NÛÇEYÊN KURDÎ

ÎXRACATA AMEDÊ DI SALA 2023AN DE KÊM BÛYE

Hat dîtin ku di îxracata Amedê ya salane da kêmbûn heye. Li gor îstatîstîkên ku Wezareta Bazirganîyê ya sala 2023an eşkere kir, hat destnîşankirin ku îxracat li Amedê li gor sala borî gelekî kêm bûye.

ÎXRACATA AMEDÊ DI SALA 2023AN DE KÊM BÛYE

 

Di hesaba îstatîstîkî ya ku li ser cîhên hilberînê yên şîrîketan hat kirin de hat tespîtkirin ku di sala 2022an de reqemên îxracata Amedê 484 milyon û 659 hezar û 454 dolar bû, di sala 2023yan da jî 317 milyon û 927 hezar û 835 dolar e.

Li gorê xebatên bajaran di îxracata sala 2023an de Stenbol bi zêdebûneke ji sedî 7,5an û 59 milyar û 381 milyon dolarê bû yekemîn, Kocaelî bi zêdebûneke ji sedî 0,3 û bi 30 milyar û 717 milyon dolarê bû duyemîn û Îzmîr jî bi rêjeya ji sedî 4,9 kêm bûye û 23 milyar û 793 milyon dolarê di rêza sêyemîn de ye.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.