NÛÇEYÊN KURDÎ

ÎXRACATA AMEDÊ YA ÇILEYA 2024AN JI SEDÎ 11 KÊM BÛ

Hat dîyarkirin ku îxracata Amedê di Çileya 2024an da ji sedî 11 kêm bûye. Endamê Lîjneya Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Amedê û Serokê Komîsyona Bazirganîya Derve Yıldız Turk li ser reqemên îxracata Çileya 2024an a ku Meclîsa Îxracatvanên Tirkîyeyê eşkere kiribû nirxand û wiha got: “Di Çileya 2023an de bi tevahî 20 milyon û 419 hezar dolar îxracat hat kirin.

ÎXRACATA AMEDÊ YA ÇILEYA 2024AN JI SEDÎ 11 KÊM BÛ

 

Di Çileya 2024an de 18 milyon û 255 hezar dolar îxracat hat kirin. Îxracata bi Sûrîye, Iraq û Bulgaristanê zêde bû, lê îxracata Rûsya, Almanya, Îsraîl û Îranê kêm bû.” Yıldız Turk, anî ziman ku her çend bi giştî rêjeya îxracatê kêm bûbe jî îxracat bo Iraqê her ku diçe zêde dibe û wiha domand:

"Ev ji me re nîşan dide ku ji bo Amed û Tirkîyeyê bazara Iraqê hê jî bazara herî baş e."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.