NÛÇEYÊN KURDÎ

ÎXRACATA TIRKÎYE YA HER ZÊDE EŞKERE BÛ, IRAQ YEKEMÎN E

Di 10 mehên salê de îxracata Tirkîyeyê 26,7 milyar dolar e. Iraq bi 7,77 milyar dolarê di rêza yekemîn a îxracata Tirkîyeyê cîh girt. Ji Îsraîlê re 4,4 milyar dolar îxracat hatîye kirin.

ÎXRACATA TIRKÎYE YA HER ZÊDE EŞKERE BÛ, IRAQ YEKEMÎN E

Îxracata Tirkîye bo welatên Rojhilata Navîn û Kendavê di 10 mehên salê de gihîştiye 26,7 milyar dolarê, herî zêde jî bi 7,77 milyar dolarê îxracata Tirkîyeyê bo Iraqê bûye.

 

Di heyama Çile-Cotmeha 2023an da di nav welatên Rojhilata Navîn û Kendavê de herî zêde îxracat bi 7 milyar û 772 milyon û 352 hezar dolarê ji Iraqê re hat kirin.

Piştê Iraqê Yekîtîya Emîrtîya Eraban û Îsraîl bi 4.4 milyar dolar, Îran bi 2 milyar dolar û Erebistana Siûdî jî bi 1.8 milyar dolar tê.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.