NÛÇEYÊN KURDÎ

XWEDEKARÊN DÎCLE’YÊ JI BO RESUL ALAN BÎRANÎN PÊK ANÎN

Endamên Komeleya Piştevanîya Xwendekarên Azad a Dîcleyê û gelek xwendekarên zanîngehê, ji bo xwendekarê Zanîngeha Anadolu ya Eskîşehîrê Resûl Alan ê ku bi nota zehmetiyên aborîya jîyanê întîxar kir, li ber kafeteryaya Zanîngeha Dîcleyê bernameya bîranînek lidarxistin.

XWEDEKARÊN DÎCLE’YÊ JI BO RESUL ALAN BÎRANÎN PÊK ANÎN

Xwendekaran pankarta "Li dijî pergala ku mirinê ferz dike wê ciwan jîyana azad biparêzin" vekirin û dirûşmeyan bi deng kirin.

Endamê Komeleya Piştevanîya Xwendekarên Azad a Dîcleyê Berdan Gunduz ku li ser navê xwendekaran daxuyanî xwend wiha got; "Wekê ku Resûl Alan di nameya xwe de gotîye, em baş dizanin ku sîstema heyî soza jîyanê nade ciwanan û bûyerên xwekuştinê yên ku di van demên dawî de zêde bûne ne bi rastî întîxar in, cinayetek ji alîyê pergalê ve tê kirin.

Cînayetên ku dişibin xwekuştinê, ji ber ku pergal bi nedana mafê jîyanê û nasnameyek azad û wekhev, bûye sedema xwekuştinê.

Ev polîtîkayên zext û înkarê di salên dawî de her ku diçe zêde dibin, herî zêde li zanîngehan tesîr dike.

Zanîngeh ji navendên demokratîk ên ku zanistê pêşvedibin, dûr ketine û bûne qadên serdestîya hikûmetên ên li ser ciwanan.

Hikûmetê bi polîtîkayên xwe yên faşîst, zanîngeh kirine navendên polêsan û gendelîyê û mirinê li ser ciwanan ferz dike.

Dema ku divê zanîngeh bi zimanê dayîkê perwerdehîya zanistî û bêpere bidin, zanîngeh bûne navendên asîmîlasyon û standartkirinê.

Resûl di nameya xwe de bi Kurdî nivîsîbû: “Li xwe bas binerin, Bi xatirê we.

 Di dawîya jîyana xwe de jî tevê her tiştê dilsozîya ciwanên Kurd ji eslê xwe re nîşan da. Em jî bi zimanê xwe ji Resûl re dibêjin: 'Em te ji bîr nakin û soz didin ku em ê ji qatilên te hesab bipirsin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.