NÛÇEYÊN KURDÎ

XWENDEKARÊN KU LI AMEDÊ ZEMÊ XWARINÊ PROTESTO KIRIN JI WARGEHAN HATIN AVÊTIN

3 xwendekarên ku li Amedê, zemên xwarinê li wargehên xwendekaran protesto kirin, bi demeke nedîyar ji wargehê hatin dûrxistin.

3 xwendekarên li Wargeha Xwendekaran ya Zanîngeha Dîcleyê ya Halîd Bin Velîd dimînin, ji ber zêdebûna bihayên xwarinê protesto kirin ji wargehê hatin dûrxistin. Ji xwendekaran Mehmet Can Eşkîn dîyarkir ku ji ber bihabûna xwarinê protesto dikin. Eşkîn, dîyarkir ku piştê rojekê jî ji alîyê midûrê wargehê ve ji bo îfadeyê bang li wan hatîye kirin û îfadeya wan a nivîskî hatîye dayîn.  Paşê ew hîn bûne ku ji wargehê heta demeke nedîyar hatine dûrxistin. Muslum Urdun ku ji ber heman hincetê ji wargehê hat dûrxistin, dîyarkir ku bursa wan jî hatîye betalkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.