NÛÇEYÊN KURDÎ

XWENDEKARÊN NEXDÛRÊ ERDHÊJÊ JI BAJARÊN DIN RE HATIN NEQILKIRIN

Ji ber erdhejê nêzî 3 hezar xwendekarên Amedê li bajarên din dest bi perwerdeya xwe kirin. Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Mahmût Ozer, derbarê rewşa perwerdehiya mexdûrên erdhejê de daxuyaniyeke nivîskî da.

Ozer da zanîn ku 202 hezar û 817 xwendekarên ku li 10 bajarên ji ber erdhejê di asta pêşdibistan, seretayî, navîn û amadeyî de dixwînin, li gor daxwazên xwe sewqê bajarên din hatine kirin.

Wezîr Ozer diyar kir ku herî zêde ji Hatayê derbasî bajarên din bûne û wiha berdewam kir, “Ji 202 hezar û 817 xwendekarên ku piştî erdhejê hatin veguhestin, 2 hezar û 808 xwendekar ji Amedê ji bo bajarên din hatine veguhestin.”

Ozer bi bîr xist ku xwendekarên ku li herêma erdhejê dixwînin ne mecbûrîye ku beşdarê nîvsala duyemîn a sala xwendinê ya 2022-2023'an bibin û wiha got: "Me di vê biryarê de xwendekarên xwe yên ku ji ber felaketa erdhejê ji 10 bajarn sewqê bajarên din bûne jî daxil kirin e.

Bi vê awayê hemû xwendekarên me yên ku di erdhejê de mexdûr bûne, li gor biryara ku me daye, wê neçûna wan ya dibistanê ji bo wan neyê hesibandin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.