NÛÇEYÊN KURDÎ

XWENDEKARÊN OTÎZMÊ ÇÛN SERDANA ATOLYEYA HUNERA EBRÛYÊ

Xwendekarên otîzmê yên li Amedê çûn serdana atolyeya Hunera Ebrûyê û berhemên hunerî çêkirin.

XWENDEKARÊN OTÎZMÊ ÇÛN SERDANA ATOLYEYA HUNERA EBRÛYÊ

Xwendekarên otîzmê yên li Amedê çûn serdana atolyeya Hunera Ebrûyê û berhemên hunerî çêkirin.

Xwendekarên şaxa otîzmê yên pola perwerdeya taybet a Dibistana Seretayî ya Yenîşehîrê, Atolyeya Beşa Tenduristî, Çand û Sporê ya Zanîngeha Dîcleyê zîyaret kirin.

Xwendekaran di bin çavdêrîya mamosteya Atolyeya Hunerê ya Ebruyê Nûray Hattapoğlû û Hîndekara Atolyeya Wênesazîyê Yelda Ozgezerîm berhem çêkirin.

Ji bo xwendekarên otîzmê ev çalakî hem terapî û hem jî hunera fêrbûnê bû.Mamosteyên perwerdehîya taybet ên dibistanê dîyar kirin ku çalakîyên bi vê rengî di civakê de hişmendîyek bi bandor çêdike, zarok dema ku bi civakê re tevdigerin bextewartir dibin û bawerîya wan a bi xwe zêdetir dibe.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.