GÜNDEM

XWIŞKA GULTAN KIŞANAK, ZEYNEP OZER WEFAT KIR

Xwişka mezin a sîyasetmedara Kurd Gultan Kişanak,

XWIŞKA GULTAN KIŞANAK, ZEYNEP OZER WEFAT KIR

Xwişka mezin a sîyasetmedara Kurd Gultan Kişanak,

Zeynep Ozer jîyana xwe ji dest da. Xwişka Hevşaredara Bajarê Amedê Gultan Kişanak, Zeynep Ozer ku li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlekarîya Bilind a Kandirayê girtî bû, li Elezîzê li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jîyana xwe ji dest da. Hevberdevka Partîya Çepên Kesk, Çîgdem Kiliçgun Uçar ku îro di civîna koma partîyê de axivî,

bi sersaxîyê ragihand ku Zeynep Ozer jîyana xwe ji dest day. Zeynep Ozer ev demek bû ji ber têkçûna gurçikan dihat dermankirin. Xwişka Kişanak a mezin Zeynep Ozer wê li gundê Sûnê yê navenda Elezîzê bê definkirin.

Gultan Kişanak, birayê xwe yê mezin Cumalî Ozer jî piştê merasîma cenazeyê bavê xwe ku dema di girtîgehê de beşdar bûbû winda kiribû.

Rojnameya Tîgrîsê, ragihand ku parêzeran ji bo Gultan Kişanak beşdarê merasîma cenazeyê xwişka bibe, ji bo destûrê serî lê dane.

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.