NÛÇEYÊN KURDÎ

YEKÎTIYA KAMÛ-ÎŞ: SÎNORÊ BIRÇÎBÛNÊ BI SER 8 HEZAR LÎREYÎ KET

Hat diyarkirin ku di meha cotmehê de sînorê birçîbûna malbateke 4 kesî bûye 8 hezar û 223 lîre û sînorê xizaniyê jî bûye 24 hezar û 513 lîre.

Yekîneya Ar-Ge ya Konfederasyona Karsaziya Yekbûyî KAMU-AR, îro encamên lêkolînê ya Cotmeha 2022an a sînorê birçîbûn û xizaniyê ya malbateke 4 kesî, ji raya giştî re ragihandin.

Di meha cotmehê da sînorê feqîriyê li gor meha borî 2 hezar û 136 lire zêde bû. Di sala dawî de sînorê birçîbûnê 4 hezar û 515 lire zêde bû. Lêçûnên ji bo pêdiviyên xwarinê jî 7 hezar û 313 lire zêde bûye.

Rêjeya xizaniyê di sala dawî de bi giştî 11 hezar û 828 lîre zêde bû.

Mesrefa ji bo xwarinên hewce li gor meha berê 4 lire zêde bû, û li gor heman meha par jî 115 lire zêde bû û bû 213 lîre.

Mesrefa ji bo şîr, mast û penêr di meha cotmehê de li gor meha borî 150 lire zêde bû û derket 2 hezar û 169 lireyî.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.