NÛÇEYÊN KURDÎ

YERLÎKAYA: DI XEBATÊN RIZGARKIRINÊ DE 827 PERSONEL DIXEBITE

Wezîr Yerlîkaya piştê lêkolîna herêma herikandina erd ya li navçeya Îlîç a Erzînganê got, "herikandin li ser zozaneke bi qasê 200 metre bilindayî pêk hatîye.

YERLÎKAYA: DI XEBATÊN RIZGARKIRINÊ DE 827 PERSONEL DIXEBITE

 

Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya ku piştê lêkolîna xwe ya li kana ku li Îlîç a Erzînganê lê herikandina erd çêbû û li gor daxuyaniya fermî 9 karker di bin axê de man, daxuyanî da û got, "Li navçeya Îlîçê ya Erzinganê li qada pileyê ku madenê ji kanê tê derxistin heye ku li cîhe em niha lê ne, pêşî şemitînek çêbû û piştre tevgerek girseyî bi şeklê herikînek pir bilez pêk hat. Herikandin li ser zozanek bi bilindahîya nêzîkê 200 metre pêk hat.

Hecma giştî ya girseya herikînê niha 10 milyon metrekûp e û leza herikîna vê girseyê bi qasê 800 metre û derdora 10 metre di sanîyeyê de tê texmînkirin.

Li gorê tespîtên destpêkê, mixabin 9 karkerên me di binê girseyê de asê mane û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên ji bo karkerên me bênavber dewam dikin.” Wezîr Yerlîkaya her wiha got ku piştê herikîna axê li herêmê 339 xebatkarên lêgerîn û xilaskirinê bi tevahî 827 personel dixebitin.

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.