NÛÇEYÊN KURDÎ

YEWNENÎSTANÊ NAMEYEK JI NY’Ê RE ŞAN Û LI TIRKÎYEYÊ GILÎ KIR

Rageşîya di navbera Tirkîyeyê û Yewnanîstanê de ji ber îhtimala ku wê Hêzên Leşkerî yên Tirkîyeyê operasyonekê li Sûrîyeyê bidin destpêkirin, ji rojevê derketibû.

Di vê heyamê de çapemenîya Yewnanîstanê geşedaneke balkêş bi xwendevanên xwe re parve kir. Hat ragihandin ku Nûnera Daîmî ya Yewnanîstanê ya li Neteweyên Yekbûyî Marîya Theofîlî bi xwe nameyek radestî Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres kirîye. Di nameya ku hat dayîn de hat gotin ku Yewnanîstan ji peymana ku di navbera Lîbya û Tirkîyeyê de hatîye îmzekirin nerehet e û ev tevger ewlekarî û aştîya herêmê dixe xetereyê. Di nameyê de hat îdiakirin ku ji bilî îtîraza Yewnanîstanê ya li hemberê vê peymanê, mafê rêveberîya Lîbyayê jî nîne ku peymaneke bi vê rengê pêk bîne. Theofili her wiha dîyar kir ku welatên din jî bertek nîşanê vê peymanê dan û rayedarên payebilind ên hin sazîyên Lîbyayê jî li dij derketin e.  

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.