NÛÇEYÊN KURDÎ

YILDIZ Ê AKPYÎ DERBARÊ BÛYERA QETILKIRINA MALBATA ŞENYAŞAR DE AXIVÎ

Nivîskarê Rojnameya Cumhuriyetê Bariş Pehlivan di gotara xwe ya îro de cih da îfadeyên Wekîlê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ku navê wî di bûyera qetilkirina 3 endamên malbata Şenyaşar de cîh digre.

YILDIZ Ê AKPYÎ DERBARÊ BÛYERA QETILKIRINA MALBATA ŞENYAŞAR DE AXIVÎ

Nivîskarê Rojnameya Cumhuriyetê Bariş Pehlivan di gotara xwe ya îro de cih da îfadeyên Wekîlê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ku navê wî di bûyera qetilkirina 3 endamên malbata Şenyaşar de cîh digre. Pehlîvan, anî ziman ku Yildiz, derbarê malbata Şenyaşar de gotiye "Dibe ku êrîş ne êrîşeke terorîstî be, lê malbat terorîst e" îtham kirîye û balkişand ser vê yekê ku hem Midûriyeta Polîsan û hem jî dozgeriyê heta niha têkiliya malbata Şenyaşar bi PKKê re nehatiye ispat kirin. Herwiha Yildiz gotiye, "Birîndarên her du aliyan jî rakirin heman nexweşxaneyê û ev jî tê wateya ku di çarçoveya heman planê de hatiye kirin." Li gel pirsa Pehlîvan a “Tê gotin ku hêzên ewlehiyê li ser daxwaza we mudaxeleyî bûyerên li nexweşxaneyê nekirin e” jî wiha got: “Min bi ti polîsekî re hevdîtin nekir. Ji Fakıbaba bipirsin, ez derketim lê ew li wir bû.” Yildiz, derbarê gefên li Ahmet Eşref Fakîbaba de jî wiha got: “Ez tehdîdê nizanim. Malbata min 5 hezar kes in... Hûn nikarin hemû malbatê tawanbar bihesibînin.” Her wiha derbarê mijara ku ji aliyê xizmên wî avêtina ser mêvanxaneya ku Fakîbaba lê dima de jî wiha got: "Fakîbaba ew xistine xefikê, niha jî xwe weke mexdûr nîşan dide.” 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.