NÛÇEYÊN KURDÎ

YOK JI BO TEZÊN BI KURDÎ RE ŞERTA KURTENIVÎSA TIRKÎ DANÎ

Hat ragihandin ku di bernameyên masterê de tez wê bi Kurdî bê nivîsandin.

YOK JI BO TEZÊN BI KURDÎ RE ŞERTA KURTENIVÎSA TIRKÎ DANÎ

Serokatîya Lîjneya Xwendina Bilind (YOK) di bernameyên masterê de ji bilî Tirkî rê li ber nivîsandina tezê bi zimanên din vekir.

Bi biryara ku di 9ê Adara 2022an de hat girtin, ji bilî Tirkî nivîsandina teza bi zimanên din hatibû astengkirin.

Di civîna YOK'ê ya 1'ê Mijdarê de derbarê zimanê tezên ku di bernameyên lîsansa bilind ên sazîyên xwendina bilind de hatine amadekirin de biryareke nû hate girtin.

Di civînê de li gorê daxwazên sazîyên xwendina bilind, ji bilî Tirkî rê li ber nivîsandina tezên bi zimanên din hat vekirin.

Di biryara YOKê ya derbarê mijarê de wiha hat gotin: "Di bernameyên lîsansê yên li sazîyên xwendina bilind ên ku zimanê perwerdehîyê bi Tirkî tê dayîn de, li ser daxwaza xwendekar, nêrîna maqûl ya şêwirmend, biryara lîjneya beşê û erêkirina Lîjneya Rêveberîya Enstîtuya eleqedar, divê tez bi şertê ku kurtenivîseke Tirkî ya berfireh ku ji çaran yekê tezê kêmtir nebin bê dayîn, guncaw hat dîtin ku bi zimanekî din were nivîsandin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.