NÛÇEYÊN KURDÎ

YSK: DENGÊN JI BO ÎNCE BÊN BIKARANÎN WÊ DERBASDAR BÊN QEBÛLKIRIN

Desteya Hilbijartinê ya Bilind daxuyand ku dengên ku ji bo namzetê serokkomarîyê Muharrem Înce yê ji namzetîyê vekişîya bên bikaranîn, wê derbasdar bên jimartin.

Serokê Giştî yê Partîya Memleketê Muharrem Înce ku bûbû namzetê serokkomarîyê, du roj berê ji namzetîyê vekişîyabû.

Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) derbarê dengên ku ji bo Înce bên bikaranîn, daxuyanî da. Serokê YSK’ê Ahmet Yener dîyar kir ku rayên ji bo Înce werin bikaranîn, dê wek derbasdar bên jimartin û wiha got: “Birêz Muharrem Înce ji namzetîyê vekişîya. Me bi piranîya dengan vekişîna Înce ya ji namzetîyê qebûl kir. Her wiha biryar hat girtin ku dengên ji bo Înce bên bikaranîn wê derbasdar bên qebûlkirin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.