NÛÇEYÊN KURDÎ

YSP, KORÛCÎYÊN GUND YÊN AMEDÊ LI MECLÎSÊ ANÎ ROJEVÊ

Parlamentera Partîya Çepên Kesk a Amedê Adalet Kaya, derbarê korûcûyên ku li navçeya Pasûrê ya Amedê, gundîyên bi husûmet derb kirine û bi çekan gule li wan teqandîye, pêşnîyazpirs pêşkêşê meclîsê kir.

Bi daxwaza ku Wezîrê Navxweyî Alî Yerlîkaya bersiva wan bide, wiha hat pirsîn, “Gelo wê li navçeya Pasûrê ya Amedê, der barê korûcûyên ku li hemwelatîyan xistine û ji bo wan bikşîne qada şer, çek li wan teqadîye wê lêpirsîn bê vekirin an na?

Li Amedê hejmara korûcûyên ku hatine wezîfedarkirin çend e? Di van 10 salên dawî de hejmara korûcûyên ku li Amedê sûc kirine û lêpirsîna wan hatîye destpêkirin çend e? Ji sala 1990'î heta niha çend korûcî ji ber sûcên ku kirine hatine girtin, mehkûmkirin û ji kar hatine derxistin? Sûcên ku behsa wan tê kirin çi ne?”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.