NÛÇEYÊN KURDÎ

ZÎNDANA DIYARBEKIRÊ ROJEK BERIYA SERDANA ERDOGAN DI ROJEKÊ DE HAT VALAKIRIN

Zindana Diyarbekirê rojek beriya serdana Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di rojekê de hat valakirin.

ZÎNDANA DIYARBEKIRÊ ROJEK BERIYA SERDANA ERDOGAN DI ROJEKÊ DE HAT VALAKIRIN

Serokomar Erdogan sala par gotibû, "Em Zindana Diyarbekirê di demeke nêz de vala dikin û wek navendeke çandê emê têxin xizmeta we."

Lê di nava salekê de li Girtîgeha Diyarbekirê tiştek nehatibû kirin.

Beriya serdana Erdogan a Amedê, girtiyên zîndanê ji bo girtîgeheke din a bajêr hat veguhestin û valakirina girtîgehê ya di rojekê de bal kişand.

Li aliyê din hat dîtin ku li gel gotinên Erdogan ên ku gotibû Zindana Diyarbekirê dê bibe muze jî, di vî warî de tu gav nehatine avêtin.

Xizm û eqrebayên girtiyên li zindana Diyarbekirê û gelek saziyên sivîl ên bajêr bertek nîşanî vê sewqê dan.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.