NÛÇEYÊN KURDÎ

ZÎRVEYA GASTRONOMÎYA MEZAPOTAMYA ÎRO DEST PÊ KIR

Rûniştina yekem a '1'emîn Zîrveya Gastronomîya Mezopotamya' ya ku bi mazûvanîya Odeya Pîşesazî û Bazirganîyê ya Amedê (DTSO) ve tê lidarxistin, îro destpêkir.

ZÎRVEYA GASTRONOMÎYA MEZAPOTAMYA ÎRO DEST PÊ KIR

Rûniştina yekem a '1'emîn Zîrveya Gastronomîya Mezopotamya' ya ku bi mazûvanîya Odeya Pîşesazî û Bazirganîyê ya Amedê (DTSO) ve tê lidarxistin, îro destpêkir.

Serokê DTSO Mehmet Kaya di rûniştina vekirina Zîrweyê de axivî û got, “Di 3 salên dawî de xebatên me yên di warê gastronomîyê de zêde bûne. Me bi qeydkirina berhem û tahmên herêmî dest bi xebata xwe kir.

Lê me dît ku tenê qeydkirin têr nake, divê berhemên wan tahman bên hilberandin, pêşkêşkirin û parastin. Ji ber vê sedemê me avahîyeke dîrokî ya 150 salî li pişt navenda bajarê kevn ku em jê re dibêjin Îçkale wekê Navenda Nûjeniya Gastro bikar tînin. Îro mêvanên me yên ji derve çûn serdana Muzeya Arkeolojîyê û dîtinên arkeolojîk ên ku di dema kolandinê de li bajêr ji Çayonû heta Girê Amîda, ji Zerzevan heta Girê Kortik hatin dîtin.

Em xwarinên xwe yên herêmî yên hatine jibîrkirin û berhemên xwecihî yên ku ji alîyê jinan ve li deverên gundewarî têne hilberandin bi geştyarên xwecîhî û bîyanî yên ku serdana bajêr dikin li vê navendê tînin cem hev." 'Zîrveya Gastronomîya Mezopotamya' wê 3 rojan bidome.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.