NÛÇEYÊN KURDÎ

ZABITA YÊN AMEDÊ KUÇE Û KOLAN KONTROL KIRIN: 376 PARSEK HATIN GIRTIN

Li Amedê di kontrolên ku li dijî parsekan hatin kirin de nêzî 400 parsek hatin girtin.

ZABITA YÊN AMEDÊ KUÇE Û KOLAN KONTROL KIRIN: 376 PARSEK HATIN GIRTIN

Li Amedê di kontrolên ku li dijî parsekan hatin kirin de nêzî 400 parsek hatin girtin.

Ekîbên zabitayên Şaredarîya Bajarê Amedê, li hemberê kesên ku li ber nexweşxaneyan, xaçerê, kuçe û kolanan parsekîyê dikin, ji bo kesên ku hestên ruhî û olî yên mirovan îstismar dikin, kontrol kirin.

376 kesên ku li kuçe û kolanên ku welatî lê mijûl in parsekîyê dikin hatin girtin û ji bo tevdîrên pêwîst bên kirin, birin Midûrîyeta Polîsan a Kantarê.

Ekîban 6 hezar û 538 lîreyên ku kesan bi raporê pars kiribûn desteser kirin. Di çarçoveya Qanûna Cezayê ya jimara 5326an de "Biryara Qezaya Îdareyê" hat dayîn û ji bo 24 kesên ku nasnameya wan hat tesbîtkirin jî, 14 hezar û 808 lire ceza hat birîn.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.