NÛÇEYÊN KURDÎ

ZANÎNGEHA DÎCLE Û MÛDIRÎYETA ÇANDINÎ Û DARISTANAN PROTOKOLEK ÎMZE KIR

Di navbera Zanîngeha Dîcleyê û Midûrîyeta Bajêr a Çandinî û Daristanan de "Protokola Hevkarîyê" hat îmzekirin.

ZANÎNGEHA DÎCLE Û MÛDIRÎYETA ÇANDINÎ Û DARISTANAN PROTOKOLEK ÎMZE KIR

Di navbera Zanîngeha Dîcleyê û Midûrîyeta Bajêr a Çandinî û Daristanan de "Protokola Hevkarîyê" hat îmzekirin. Protokol ji alîyê Rektorê Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Mehmet Karakoç û Mûdirê Çandinî û Daristanan Mustafa Ertan Atalar ve hat îmzekirin. Di protokolê de, hat armanckirin ku zanîn û şarezayîya xwendekaran di nav zanîngehê de zêde be. Di vê çarçoveyê de hat dîyarkirin ku xwendekar, di warê çandinî û ajalvanîyê de xwedî tecrübe dibin. Di bin şert û mercên hilberîner de ezmûna xwe bi dest dixin û di heman demê de hilberîner zanyarîyên nû bi dest dixin. Hate gotin ku di vê çarçoveyê protokole de, armanc ew e ku di sektora çandinîyê de ji hilberînê heya serfkirinê, çalakîyên çandinîyê yên saxlemtir û hişmendîtir biafirînin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.