NÛÇEYÊN KURDÎ

ZANAYÊ KURD, ROJNAMEGER Û NIVÎSKAR APÊ MÛSA HAT BÎRANÎN

Rojnameger û nivîskarê Kurd Mûsa Anter (Apê Musa) li Kolana 442'yemîn a Taxa Cumhurîyetê ya Navçeya Yenîşehîrê ya Amedê ku di 20'ê Îlona 1992'an de ji alîyê endamên JÎTEM'ê ve hat qetilkirin, hat bîranîn.

Di bîranîna ku ji alîyê Cemîyeta Rojnamegerên Dîcle Firat (DFG) û Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) ve hat organîzekirin, kurê Anter Dîcle Anter, Parlamenterên Partîya Çepên Kesk, rojnameger Huseyîn Aykol, nivîskarê Rojnameya Yenî Yaşam, Partîya Herêmên Demokratîk (DBP), endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), nûnerên sazîyên civaka sivîl ên Amedê û gelek hemwelatî tevlê bûn.

Kurê Apê Mûsa, Dîcle Anter jî wesîyeta bavê xwe bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Gotineke bavê min heye ku dibêje; ‘Bila ciwanên Kurd min di gorê de rihet birazînin.’

Îro em dibînin generalên biçûk ên Apê Mûsa, pênûsa wî ya hatibû şikandin careke din temîr kirine, bi destê xwe girtine û rêya wî didomînin. Ew pênûs qet naşikê. Gelek rojnamevanên dilsoz tev li şaxên wê dara çinarê ya mezin bûn. Bavo! Rehet be. Ji ber ku generalên biçûk pênûsa te hilgirtine.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.