NÛÇEYÊN KURDÎ

ZANYAR NACÎ GORUR, PIŞTÊ EREDHÊJÊN LI PEY HEV ÇÊBÛN HIŞYARÎ DA

Piştê erdhejên ku do li Konya û Erziromê pêk hatin, pisporan destnîşankirin ku li herêmên Rojhilat û Başûrrojhilat erdhejên bi vê regê tê payîn.

Do demjimêr di 18:06 xulekan de li Konyayê bi lerza 5.0, li Îzmîrê jî di demjimêr 18:36 xulekan de bi lerza 3,9 erdhejek pêk hatibûn.

Piştî 3 demjimêran li Erziromê erdhejeke din a bi mezinahîya 4.0 pêk hat. Piştê erdhejên ku li pey hev rû dan, Endamê Akademîya Zanistê Prof. Dr. Naci Gorur, di daxuyanîya xwe ya li ser medyaya civakî de wiha got: “Li Pinaryolû-Narman/Erziromê erdhejek 4,0 pêk hat. Ew li ser xeta lêdana çepê ye ku dikeve navbera Gole li rojavayê Xorasanê (Çoban Dede). Li Rojhilatê Anadoluyê ku di encama erdhejên 6ê Sibatê de teng bûbû, dibe ku ev erdhej çêbibin. Heman bendewarî ji bo herêma di navbera Semsûr û Colemêrgê de jî derbasdar e.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.