NÛÇEYÊN KURDÎ

ZAROKÊ 16 SALÎ YÊ KU LI SER AFÎŞA ERDOGAN SIMÊL XÊZ KIRÎYE HAT GIRTIN

Li Mêrsînê zarokê 16 salî yê ku li ser posterê hilbijartinê, li ser wêneyê Erdogan "Simbêla Hîtler" xêz kiribû, hat girtin.

ZAROKÊ 16 SALÎ YÊ KU LI SER AFÎŞA ERDOGAN SIMÊL XÊZ KIRÎYE HAT GIRTIN

Li Mêrsînê zarokê 16 salî yê ku li ser posterê hilbijartinê, li ser wêneyê Erdogan "Simbêla Hîtler" xêz kiribû, hat girtin.

zarokê 16 salî yê ku li Mêrsînê dijî û li lîseya pîşeyî dixwîne, li ser yek ji van afîşan li ser wêneyê Erdogan bi pênûsê "Simbêla Hîtler" xêz kir.

Ekîbên polêsan ên ku bi temaşekirina qeydên kamerayê nasnameya zarok tespît kirin, çûn mala zarok û ew binçav kirin.

Zarokê 16 salî yê ku li Şaxa Zarokan îfade da, dîyar kir ku li ser afîşê wî xêz kirîye, lê belê li ser cihên cuda yên afîşê ku heqaret hatîye kirin wî ew nenivîsandî ye.

Zarokê ku sewqê dozgerîyê hat kirin, bi hinceta ku heqaret li serokkomar kirîye hat girtin û şandin Sazîya Înfazê ya Girtî ya Zarokan û Ciwanan a Tarsûsê.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.