NÛÇEYÊN KURDÎ

ZAROKÊ 7 SALÎ YÊ KU LI ERXENÎYÊ KETIBÛ ÇEMÊ JIYANA XWE JI DEST DA

Li navçeya Erxenîyê ya Amedê, zaroka 7 salî ku ketibû çemê jiyana xwe ji dest da.

ZAROKÊ 7 SALÎ YÊ KU LI ERXENÎYÊ KETIBÛ ÇEMÊ JIYANA XWE JI DEST DA

Li navçeya Erxenîyê ya Amedê, zaroka 7 salî ku ketibû çemê jiyana xwe ji dest da. Bûyer li gundê Bereketlî yê navçeya Erxenîyê qewimî. Hat îdîakirin ku kurê melayê gund Omer Faruk Ozcan, ketiye çemê ku ji herêma ku lê derbas dibe. Cenazeyê zarokê, li ser avê ji aliyê şivanên ve hat dîtin. Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristîyê, îtfaîyeyê û cendirme sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Cenazeyê zarokê biçûk, piştî lêkolîna dozgerê ji bo otopsîyê birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Erxenîyê. Hate hînbûn ku di derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.