GÜNDEM

ZAROKÊ KU SIWAREYÊ DIAJOT QEZA KIR! 3 KES BIRÎNDAR BÛN

Li navçeya Kayapinarê zarokek bê destûr siwareya bavê xwe girt û qeza kir.

ZAROKÊ KU SIWAREYÊ DIAJOT QEZA KIR! 3 KES BIRÎNDAR BÛN

Li navçeya Kayapinarê zarokek bê destûr siwareya bavê xwe girt û qeza kir.

Di qezaya ku di derdora demjimêr 08:30an de li Navçeya Kayapinara Amedê pêk hat de, hat îdîakirin ku zarokekî 16 salî bêyî destûr siwareya bavê xwe girt û bi hevalên xwe re çû seyranê. Piştê demek ajokarê zarok, li pîkapa Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê xist. Ji ber derba qezayê pikap bi kêlekî qelibî û di qezayê de 3 kes birîndar bûn. Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristîyê û polêsan sewqê herêmê kirin. Hat dîyarkirin ku birîndarên rakirin nexweşxaneyê xetereya jîyana wan tune ye û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.