Li navçeya Bismilê ya Amedê şivanê ku dema hewl dida pezê xwe yê ku ketibû kanala avê xilas bike, di ava çem de mabû, îro danê sibê cenazeyê wî hat dîtin.
Li navçeya Bismilê ya Amedê şivanê ku dema hewl dida pezê xwe yê ku ketibû kanala avê xilas bike, di ava çem de mabû, îro danê sibê cenazeyê wî hat dîtin.
Muhsîn Aksu yê şivan e û duh li Bismilê sewalên xwe diçêrand, ji bo pezê xwe xilas bike ket qenala avê û di ava çem de winda bû. Di encama xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên duh hatin destpêkirin de cenazeyê Aksu 15 kîlometre dûrê wê derê hat dîtin. Cenazeyê Aksu ji bo otopsiyê birin morgê.