NÛÇEYÊN KURDÎ

DERBARÊ PIRSGIRÊKA BERMAHÎYAN A AMEDÊ DE PIRSNAME HAT DAYÎN

Derbarê pirsgirêka navenda komkirina çopê ya ku bi salan e li Amedê didome û bertekên welatîyan pêk tê de, ji Meclîsê re pirsname hat dayîn.

DERBARÊ PIRSGIRÊKA BERMAHÎYAN A AMEDÊ DE PIRSNAME HAT DAYÎN

Derbarê pirsgirêka navenda komkirina çopê ya ku bi salan e li Amedê didome û bertekên welatîyan pêk tê de, ji Meclîsê re pirsname hat dayîn.

Ji Îstasyona Veguheztina Bermahîyên Hişk a li Taxa Şehîtlîkê ya navçeya Yenîşehîra Amedê ye ku ji alîyê Şaredarîya Bajarê Mezin ve tê birêvebirin, bêhnên nexaş belav dibe û di serî de ji bo zarokan tenduristîya welatîyên ku li derdorê dijîn, di bin xeterê de ye. Derbarê vê yekê de Parlamenterê Partîya Wekhevî û Demokrasîyê (HEDEP) yê Amedê Serhat Eren, bi daxwaza ku Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya bersivê bide, pirsnameyek pêşkeşê Meclîsê kir.

Eren di pirsnameya xwe de wiha got; “ev navenda komkirina çopê ya ku di nîvê deverên niştecîh de ye, gelo haya we ji pirsgirêkên ku çêdike û wê çêbike heye? Di nava 5 salên dawî de ji alîyê şêniyên derdorê ve li Şaredariya Yenîşehîrê, Qeymeqamtîya Yenîşehîrê û Walîtîya Amedê çend serlêdan hatin kirin? Ji van serlêdanan çend bersiv hatine dayîn û pêvajo hatine kirin? Ji bo ji holê rakirina kêşeya ku êşên giran digihîne welatîyan heta niha çi kar hatîye kirin û tê kirin? Ev Tesîsên Komkirina Çopê ku li herêmên ji pêşketinê re vekirî ye tên çêkirin ma ne li dijî “Qanûna Jîngehê” ye? Ma planên we hene ku hûn Îstasyona Veguheztina Bermahîyan ji deverên niştecîh dûr bixin û li herêmên ji pêşketinê re girtî ava bikin? Çima çopên li herêma ku avahîyên Memur Sen TOKÎ yên Talaytepe a navçeya Kayapinarê lê ne, nayên berhevkirin? Ma hûn ê derbarê rayedarên cemawerîyê yên ku di vî warê de xemsarîyê dikin de lêpirsîn bidin dest pê kirin?”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.