NÛÇEYÊN KURDÎ

EM ÊRÎŞÊN LI SER RAGIHANDINA KURDÎ ŞERMEZAR DIKIN

Cemîyeta Rojnamevanên Kurdistanê ji bo êrîşa li ser peyamnêrên Rûdawê daxûyanî belav kir.

EM ÊRÎŞÊN LI SER RAGIHANDINA KURDÎ ŞERMEZAR DIKIN

Cemîyeta Rojnamevanên Kurdistanê ji bo êrîşa li ser peyamnêrên Rûdawê daxûyanî belav kir.

 Em li ser navê Cemiyeta Rojnamevanên Kurdistanê vê bûyerê şermezar dikin. Êrîş û astengîya li ser Rûdawê pêk hatîye êrîşa cara yekem nîne û heger bi vê hişmendîyê berdewam bikin wê ya dawîyê jî nebe. Çend sal berê jî li ser van babetan me rexne û şermezarkirinên xwe ji berpirsên wan re rû bi rû anî bû ziman. Lê em dibînin ku ev êrîşên sîstematîk berdewam dikin.

Di dîmenan da eşkere dîyar dibe ku ew kesên ku ji kamerayên hêzên ewlehîyê aciz nabin ji ragihandina Kurdî aciz dibin. Ji hêzên ewlehîyên re dibêjin "ew polêsin û karên xwe dikin" lê ji bîr dikin ku rojnamevan jî karên xwe dikin. Dibe ku win polîtîkaya Rûdawê pesend nekin lê kesek nikare êrîşê ragihandina Kurdî bike.

 

Em êrîşa ku hatîye meydanê şermezar dikin û bangê berpirsan bikin da ku bila ev bûyer ya dawîyê be. Heger van êrîşan bi awayekî zanebûnî tên meşandin wê demê CRK jî wê li hemberê wan bertek nîşan bide!

 

Cemîyeta Rojnamevanên Kurdistanê

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.