Lêgerîna 3 ciwanên Amedê yên ku di 21'ê Nîsanê de li Dêrsimê di encama qezaya siwareya wan a li Çemê Mûnzûrê de winda bûbûn, li herêmê berdewam dike.
Lêgerîna 3 ciwanên Amedê yên ku di 21'ê Nîsanê de li Dêrsimê di encama qezaya siwareya wan a li Çemê Mûnzûrê de winda bûbûn, li herêmê berdewam dike.
Azat Demîral ê 21 salî, Mehmet Can Demîral û Baran Aslan Taş ê 22 salî ku ji Amedê ber bi Dêrsimê ve diçûn, di kîlometreya 40emîn a rêya Ovacikê de, siwareya wan ji kontrolê derket û qelibî nav çemê Munzûrê.
Di çarçoveya xebatên ku piştê qezayê hatin destpêkirin de lêgerîn berdewam dike.
Di lêkolînan de perçeyên wesaîtê û hin cil û bergên ku tê texmînkirin ên ciwanan in hatine dîtin.
Lê derbarê ciwanan de heta niha tu agahî tune ye.