Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, berîya cejnê ji bo madeyên teqemenîyê yên ku bi taybetî ji alîyê zarokan ve tên bikaranîn, teftîşek li dar xist.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, berîya cejnê ji bo madeyên teqemenîyê yên ku bi taybetî ji alîyê zarokan ve tên bikaranîn, teftîşek li dar xist. Ekîbên girêdayî Midûrîyeta Ewlehîyê ya Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, berîya Cejna Qurbanê, li cihên kar ên ku madeyên teqemeniyê tên firotin, kontrol kirin. Ekîban, ji bo pêşî li firotina madeyên teqemeniyê yên ku dibin sedema zirar û dengan hişyarî da xwedîyên kargehan. Xebatên kontrolan wê berdewam bike.