LI AMEDÊ CIWANEK LI SER RÊYÊN TRÊNÊ SERJÊKIRÎ HAT DÎTIN
Li Amedê, ciwanek li ser rêyên trênê serjêkirî hat dîtin. Bûyer, li Taxa Febrîqayê ya Navçeya Yenîşehîrê pêk hat.
Li Amedê, ciwanek li ser rêyên trênê serjêkirî hat dîtin. Bûyer, li Taxa Febrîqayê ya Navçeya Yenîşehîrê pêk hat. Hat îdiakirin ku cenazeyê ciwanekî li ser rêyên trênê hatiye dîtin. Ekîbên tenduristîyê û polîsan ên ku li ser îxbara welatîyên derdorê hatin cihê bûyerê, ciwanê ku serê wî hatiye jêkirî dîtin. Hat dîyarkirin ku cenazê aîdî Recep Alak ê 27 salî ye. Di derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.