Zêdeyê 3 hezar avahîyên ku di erdheja Amedê de xisareke mezin dîtibûn, hatin hilweşandin.
Zêdeyê 3 hezar avahîyên ku di erdheja Amedê de xisareke mezin dîtibûn, hatin hilweşandin.
Di erdhêjên navenda wê Mereş ku di 6ê sibatê de qewimîn, li Amedê 5 hezar û 442 avahî xisar dîtin.
Heta îro hilweşandina 3 hezar û 325 avahîyan bi dawî bûye.
Xebatên hilweşandin û rakirina kavilên avahîyên ku zirareke mezin dîtine, bi plansazîya ku ji 8 qonaxan pêk tê ji alîyê 5 şîrketên peymankar ve didome.
Endezyarê înşaetê yê kontrolê yê ku li Midûrîyeta Şopandin û Koordînasyona Veberhênanê ya Amedê Bunyamîn Erten, dîyar kir ku divê hemwelatî di dema hilweşandinê de ji qadê dûr bisekinin û ewlehîya kar pir girîng e. Erten wiha got, "Em ji hewelatîyên xwe re dibêjin ku ev toza asbestê dibe sedema nexweşîyên giran. Dibe ku perçeyek kavil avahîyê bikeve xwarê, ji ber vê yekê em dixwazin hemwelatîyên me xwe ji qada xebatên hilerşandin didomin xwe dûr bike.”