Li Amedê di çarçoveya tedbîrên avê yên şaredarî û Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) de kontrol hat kirin.
Li Amedê di çarçoveya tedbîrên avê yên şaredarî û Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) de kontrol hat kirin.
DÎSKÎ, ji bo pêşî li qutbûna ava vexwarinê bê girtin, di navbera 1-31'ê Tebaxê de şuştina pêşîya dikanan, şûştina peyarêyan û avdana hawirdorê ya bi xortomê, di 8-12'ê Tebaxê de jî, li navenda bajêr li 36 kargehên şûştina xalîyan û li 150 ofîsên neftê û 283 dikanên şûştina siwareyan, şuştin qedexe kiribû.
Tîmên Zabita û tîmên DÎSKÎyê şuştina siwareyan, şuştina kargehên xalîyan û li ofîsên neftê, cîhê şuştina siwareyan kontrol kirin.