Li navçeya Bismilê ya Amedê gelek gumanbarên ku hat tesbîtkirin ku sûcê selefxurîyê kirine hatin binçavkirin.
Li navçeya Bismilê ya Amedê gelek gumanbarên ku hat tesbîtkirin ku sûcê selefxurîyê kirine hatin binçavkirin. Fermandarîya Cendermeyan a Bajarê Amedê li navçeya Bismilê ji bo kesên ku kare faîz û selefxurîyê dikin dest bi lêkolînê kir. Di encama lêkolînan de di serdegirtina ku li mal û hewşên 6 gumanbarên ku hat tesbîtkirin sûcê "faîz û selefxurîyê” kirine de gelek sened, meqbûz û belgeyên peymanê hatin bidestxistin. Di derbarê 3 gumanbarên ku hatin binçavkirin û sevqê meqamên edlî hatin kirin de biryara kontrola edlî hat dayîn, 2 gumanbar jî piştê derbarê wan da biryara girtinê hat dayîn şandin girtîgehê.