GÜNDEM

LI SÛDANÊ DEMA AGIRBESTÊ JI BO 5 ROJAN HAT DIRÊJKIRIN

Erebîstana Siûdî û DYA'yê ragihandin ku ji bo rawestandina şerê ji 15'ê Nîsanê û vir ve dewam dike, li hev kirine ku peymana agirbestê ya ji alîyê Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgirîya Bilez (HDK) ve hatîye îmzekirin, 5 rojên din jî dirêj bikin.

Sefaretxaneya Amerîkayê ya li Xartûmê daxuyanîya da û wiha got, "Erebistana Siûdî û DYA ji bo dirêjkirina peymana agirbestê 5 rojên din pêşwazî li hêzên artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgirîya Bilez HDK'ê dikin." Hat dîyarkirin ku biryara dirêjkirina agirbestê ji bo zêdekirina alîkarîyên mirovî û xizmetên bingehîn û nîqaşkirina agirbesteke demdirêj wê baş bibe.

Di daxuyanîyê de hat ragihandin ku agirbesta ku di 20'ê Gulanê de hatîye îmzekirin, her çend bi temamî nehatibe bicihanîn jî, gihandina alîkarîyên mirovî ji bo nêzê mîlyonek mirovên Sûdanî yên ku hewcedar in, misoger kir û hate dîyarkirin ku wê xebatên mirovahî zêdetir bên kirin.

Wezareta Tenduristîyê ya Sûdanê ragihand ku ji destpêka pevçûnan heta niha 709 kes mirine û 5 hezar û 424 kes jî birîndar bûne.  || AMED TV || 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.