NÛÇEYÊN KURDÎ

OTOBÛSA BI WÊNEYÊ TOPAL OSMAN DI ROJEVA MECLÎSÊ DE YE

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dêrsim Dag, di otobûsa ku duh di çalakîya hevpar a ji alîyê Walîtîya Amed û Gîresûnê ve hatibû lidarxistin de, wêneyê Topal Osman yê bi çek anî rojeva Meclîsê.

Bi pêşnîyara Alîkarê Walîyê Amedê Murat Ozturk, û bi hevkarîya Walîtîya Gîresûnê "Festîvala Off-Road" hatîbû lidarxistin. Di pêşnîyarê de hat destnîşankirin ku otobûsa bi wêneyê Topal Osman, li derdora Navçeya Licê ya Amedê hatiye gerandin. Di pêşnîyarê de hat gotin ku wêneyê bi çek ê Topal Osman, di otobûsê ku Walîtiya Gîresûnê şandiye de cîh girtîye. Hat diyarkirin ku di wêneyê de “Giresun besê we ye” hatiye nivîsandin. Pêşnîyar, bi daxwaza ku Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu bersivê bide hat dayîn. Di pêşnîyarnameyê de wiha hat gotin; “Gelo di agahîya Wezareta we de ye ku wêneyê Topal Osman di otobûsa ku di çalakîya ji alîyê Walîtîya Amedê û Gîresûnê ve hatiye lidarxistin de ye? Di derbarê bûyerê de wê lêpirsîn bê kirin? Ma ne sûc e ku Topal Osman ji alîyê Walîtîyê ve bibe propaganda? Peyama ku bi wêneyên Topal Osman tê dayîn çi ye?"

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.