NÛÇEYÊN KURDÎ

PARTÎYA ÇEPÊN KESK: EM NEGÎHAŞTIN ARMANCÊN XWE

Piştê hilbijartinên do hatin kirin, Partîya Çepên Kesk û HDP'ê îro li ber kamerayan encamên ne fermî nirxandin.

PARTÎYA ÇEPÊN KESK: EM NEGÎHAŞTIN ARMANCÊN XWE

Piştê hilbijartinên do hatin kirin, Partîya Çepên Kesk û HDP'ê îro li ber kamerayan encamên ne fermî nirxandin.

Hevseroka Partîya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, bêyî dîyarkirina navan Partîya Karkerên Tirkîyeyê rexne kir û wiha got, "Tevî ku me israr kir jî, bi sedem ku em bi yek lîsteyê neketin hilbijartinê, banorek neyînî li encaman kir.”

Hevserokê Giştî yê HDPê Mîthat Sancar, anî ziman ku ew negîhaştine hedefên xwe û wiha got: "Sedema ku hilbijartina Serokkomarîyê derbasî tûra duyemîn hat kirin, helwesta alîgirîya demokrasî, edalet û fedakarîya  hilbijêrên HDP'ê û çepgiran e. Hîle û komployan bandora xwe li ser encamên hilbijartinê kirîye.”  || AMED TV ||

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.