NÛÇEYÊN KURDÎ

PEYARÊYÊN XIRAB MEŞA VELATÎYAN ASTENG DIKE

Ji ber neqedandina xebatên peyarêyên Kayapinarê welatîyên Amedê bi gazincin û di rê de nikarin bimeşin.

PEYARÊYÊN XIRAB MEŞA VELATÎYAN ASTENG DIKE

Li navçeya Kayapinarê peyarêyên ku nehatine temîrkirin ji bo peyayan xetereyê berdewam dike.

 

Li Navçeya Kayapinara Amedê li gelek taxan xebatên peyarêyan hêdî hêdî dimeşe û peyarêyên hatine xirakirin hema bêje nayên temîrkirin û ji ber vê welatî bi rehetî nikare bimeşin. Li Kayapinarê ji alîyekê ve peyarêyên ku piştê xebatan nehatine temîrkirin, li alîyê din jî peyarêyên ku bi salan e nehatine temîrkirin, rê nade ku mirov li ser bimeşe.

 

Peyarêyên li devera TOKÎ ya Taxa Barişê rê nadin ku peya bi rehetî bimeşin. Ji ber ku li ser peyarêyên ku demeke dirêje xebatên nûkirinê nehatin kirin, qadên meşê yên peyayan teng bûn. Welatîyên derdorê ji ber xirbeyên li peyarêyan neçar man li ser kolanê dimeşin.

 

Welatîyan bang li Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredarîya Navçeya Kayapinarê kirin ku di zûtirîn dem de xebatên xwe bimeşînin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.