NÛÇEYÊN KURDÎ

ŞAREDARÎ Dİ HATÛÇÛNÊ DE SERDEMA JINKARTÊ DEST PÊ DİKE

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo beşdariya jinên ku dahata wan tune ye di jiyana civakî de, li otobusên şaredariyê dest bi dewreya JINKARTê dike. Li ser JINKARTan wê her meh mafê 90 siwariyên bêpere ji jinan re bê dayîn.

ŞAREDARÎ Dİ HATÛÇÛNÊ DE SERDEMA JINKARTÊ DEST PÊ DİKE

Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo hêsankirina jiyana rojane ya jinên xwedî karta sosyalê ne, gaveke girîng avêt. Ji bo jin karibin tevlî jiyana civakî bibin, karên xwe yên rojane hêsan bikin û gihandina xebatên çand û hunerê hêsantir bikin sepana JINKARTê tê vekirin.

 

Her meh 90 caran siwariya belaş

 

Ji bo pêkanînê wê di civîna meclîsê ya di hefteya duyemîn a Tîrmehê de bê lidarxistin de bê rojevê, xebat hatin destpêkirin. Şertên serîlêdanê piştî biryara meclîsê dê bên aşkerekirin. Jinên ku şert û mercên hildana vê kartê bi cih bînin dê karibin serî li navendên ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar kirine bidin.

 

Li gorî xebata ku hatiye amadekirin, jinên ku dahatina wan tune be, wê mafê wan hebe ku mehane 90 caran belaş li otobusên şaredariyê siwar bibin.

 

Gurbuz Sumer: Jin xizaniyeke kûr dijîn

 

Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinê Ozden Gurbuz Sumer der barê xebatê de agahî da û diyar kir ku xizanî û bêkarî pirsgirêkên herî girîng ên bajêr in û destnîşan kir ku jin xizaniyê kûrtir dibînin. Gurbuz da zanîn ku beşeke girîng a jinên li bajêr dijîn, ji ber kêmasiyên aborî ji tenduristiyê heta perwerdehiyê û tevlîbûna jiyana civakî di gihandina pêdiviyên bingehîn de pirsgirêkên mezin hene.

 

Bi JINKARTê re ji bo çalakiyên çandî ji sedî 20 erzanî

 

 Gurbuz got ku JINKART tenê ji bo di wesayitên çûnûhatinê yên gel de bê bikaranîn nayê dîzaynkirin û diyar kir ku jinên xwedî vê kartê dikarin ji sedî 20 erzaniyê li tesîsên civakî û çalakiyên çandî yên aîdî şaredariyê werbigirin da ku karibin ji helkeftên civakî û çandî sûd werbigirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.