STOLTENBERG: WÊ NATO PIŞTGIRÎYA UKRAYNAYÊ BIDOMÎNE
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stol ten berg derbarê êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê ku ji meha Sibatê û vir ve dewam dike de daxuyanîyên girîng da.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stol ten berg derbarê êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê ku ji meha Sibatê û vir ve dewam dike de daxuyanîyên girîng da. Stol ten berg got, "Şer çiqas bidome jî wê NATO piştgirîya Ukraynayê bidomîne. Em gav paşde navêjin." Stol ten berg derbarê daxwaza Polonya ji Almanyayê ya ji bo guheztina pergalên berevanîya hewayî ya Patriotan ji bo Kîevê jî wiha got ku biryara dayîna pergalên berevanîya esmanî ya Patriot a Ukraynayê bi helwesta hin welatan ve girêdayî ye.