NÛÇEYÊN KURDÎ

WEZÎR BOZDAG DERBARÊ WERASTKIRINA KIRÊYA ZÊDE DE DAXUYANÎ DA

Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag, dîyar kir ku amadekarîyên rêziknameya qanûnî ya ku wê pêşîyê li zêdekirina bihayên fahîş ên kirêyan bigire bi dawî bûn e.

Wezîr Bozdag, derbarê mijarê da daxuyanî da wiha got, “Em ê di heyama pêş de bi parastina hemwelatîyên xwe li hember zêdekirina kirêyan, hem jî parastina maf û yasayên xwedîyên milkan, pêngaveke hevseng û qebûlkirî ku herdu alîyan diparêze biavêjin.

Di qanûnê de ji bo rêziknameya ku dê zêdekirina kirê ji sedî 25 bisînor bike û di meha tîrmehê de bi dawî bibe, tu ceza tune.  Ji ber vê yekê ez dixwazim li vir dîyar bikim ku em ê di heyama nû de rêziknameyeke taybet a qanûnê li ser vê mijarê bînin. Hêvîdarim piştê ku parlamento kar bike wê pêvajoya pêkanîna wan dest pê bike."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.