NÛÇEYÊN KURDÎ

10 SALAN PIŞTRE AV BERDAN LÊ NEGIHÎŞT ZEVÎYAN

Li gundê Cilman ê navçeya Karakopruyê, berîya 10 salan qenalên avdanê hatibûn çêkirin.

10 SALAN PIŞTRE AV BERDAN LÊ NEGIHÎŞT ZEVÎYAN

Li gundê Cilman ê navçeya Karakopruyê, berîya 10 salan qenalên avdanê hatibûn çêkirin.

Ava ku berîya 3 mehan dane van qenalan ji ber derzên di betonên de çêbûne, hate birîn. Cotkaran dîyar kirin ku hilberînên wan ên di zevîyan de çandibûn, hemû ziwa bûn. Midûrîyeta Giştî ya Karên Avê yên Dewletê (DSÎ) di çorçoveya Projeya rojhilatêbaşûr ê Anatolyayê (GAP) di sala 2009’an de li gundê Cilman ê navçeya Karakopru ya Rihayê dest bi çêkirina kanalên avdanîyê kir. Qenal piştê 3 salan temam bû û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di sala 2012’an de beşdarî vekirina qanalê bû. Hat dîyarkirin digel ku Serokomar Erdogan gotibû avê berdin  ev 10 sal in ava qenalan nayê berdan. Piştê ku welatîyên herêmê bertek nîşan dan û çalakî pêk anîn, 3 meh berîya niha av hate berdan.

Piştî ewqas salan 3 meh berê di qenalan de av hate berdan û vê carê jî ji ber ku derz li betonê ketîye û hin cihên wê hilweşîyaye av carekî din hate birîn. Welatiyên ku debara xwe bi çandinîyê dikin, gotin ku ji ber nehatina avê hilberînên wan gelek kêm bûne û ev yek jî mesrefên wan li wan zêde dike. 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.