NÛÇEYÊN KURDÎ

BURO-ÎŞ, JI BO GIRTINA HUDA PARÊ SERÎ LI DADGEHA BILIND DA

Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê ya Şaxa Xizmetê ya Buroyê (Bûro-Îş) ji bo derbarê HUDA PARê ya ku ji lîsteyên AKPê dikeve hilbijartinê, ji bo bê girtin serî li Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind da.

Di daxwaznameyê de daxuyaniyên Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu yên "Hizbullah ji bo min ne rêxistina terorê ye" û "Ala Tirkiyeyê ji min re pirsgirêk xuya dike" wek hincet hatin nîşandan.

Di daxwaznameya ku sendîkayê pêşkêş kir de hat xwestin ku divê HUDA PAR bi awayekî daîmî bê girtin û hat diyarkirin ku li dijî Qanûna Partiyên Siyasî, çalakî li dar xistine. || AMED TV ||

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.