NÛÇEYÊN KURDÎ

LI BEYRÛTÊ TEQÎN! ALÎKARÊ SEROKÊ BUROYA SÎYASÎ YA HAMASÊ MIR

Alîkarê Serokê Buroya Sîyasî ya Hamasê Salih El Arûrî jî di nav de 4 kes hatin kuştin.

LI BEYRÛTÊ TEQÎN! ALÎKARÊ SEROKÊ BUROYA SÎYASÎ YA HAMASÊ MIR

Di teqîna li Dahîyeh a başûrê Beyrûta paytexta Lubnanê de cîgirê Serokê Buroya Sîyasî ya Hamasê Salih El Arûrî û 3 kesên din jîyana xwe ji dest dan.

 

Hamas piştrast kir ku El Arûrî di teqînê de mirîye.

Di nûçeyên ku di çapemenîya Lubnanê de hatin weşandin de hat ragihandin ku teqîn ji ber êrîşa Îsraîlê ya balafirên bêmirov pêk hatîye û ofîsa Hamasê bûye hedef.

 

Îsraîl heta niha derbarê êrîşê de daxuyanî nedaye.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.