NÛÇEYÊN KURDÎ

XELATÊN ROJNAMEVANÎYÊ YA MÛSA ANTER DESTPÊ KIR

Serlêdana Xelatên Rojnamevanîyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Rojnamevanîyê yên Çapemenîya Azad ku îsal cara 29’emîn tê lidarxistin, dest pê kir.

XELATÊN ROJNAMEVANÎYÊ YA MÛSA ANTER DESTPÊ KIR

Serlêdana Xelatên Rojnamevanîyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Rojnamevanîyê yên Çapemenîya Azad ku îsal cara 29’emîn tê lidarxistin, dest pê kir.

Xelat wê di 5 şaxan de bên dayîn û di 18’ê Îlonê de bên eşkerekirin. Serlêdanên pêşbirka ku ji alîyê Rojnameya Yenî Yaşam ve tê lidarxistin, dest pê kir. Pêşbirka ku zimanên wê bi Tirkî û Kurdî ne, di pênc şaxên cuda de wek; "Nûçeyên bi Tirkî", "Nûçeyên bi Kurdî", "Wêne (Wêneyên Nûçeyan)", "Karîkatûr" û "Rojnamevanîya Jinan" ya ji bo bîranînê Gurbetelli Ersoz, tê lidarxistin. Her beşdarvanek wê tenê bi xebatek beşdarê pêşbirkê bibe.

Dema serlêdanê ya dawî 10’ê Îlonê ye.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.