NÛÇEYÊN KURDÎ

11 FEZLEKE YÊN 10 PARLAMENTERÊN HDP’E ŞANDIN MECLÎSÊ

11 dosyayên parêzbendîyê yên di derbarê 10 parlamenterên Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) de hatin amadekirin ji Serokatîya Meclîsê re hatin şandin.

11 FEZLEKE YÊN 10 PARLAMENTERÊN HDP’E ŞANDIN MECLÎSÊ

11 dosyayên parêzbendîyê yên di derbarê 10 parlamenterên Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) de hatin amadekirin ji Serokatîya Meclîsê re hatin şandin. Raporên ku ji bo rakirina parezbendîyê hatibûn amadekirin, sewqê Lîjneya Destûra Bingehîn û Dadmendîyê ya Parlamentoyê hatin kirin. Hat ragihandin ku di derbarê Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag de 2 dosya hene. Di derbarê Dilşat Canbaz Kaya, Ayşe Surucu, Feleknas Uca, Ayşe Acar Başaran, Şevîn Coşkun, Mensûr Işik, Nuran Îmîr, Gulîstan Koçyîgît û Remzîye Tosun jî dosyayek hatîye amadekirin. Bi dosyayên dawî re ku ji Meclîsê re hatin şandin, hejmara dosyayên parêzbendîyê nêzê hezar û 500 bû.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.