GÜNDEM

12 KESÊN KU LI BISMILÊ HATIBÛN BINÇAV KIRIN JÊ 10 KES HATIN GIRTIN

Ji kesên ku li Bismilê di serdegirtina mala wan de hatibûn binçavkirin 10 kes hatin girtin.

12 KESÊN KU LI BISMILÊ HATIBÛN BINÇAV KIRIN JÊ 10 KES HATIN GIRTIN

Ji kesên ku li Bismilê di serdegirtina mala wan de hatibûn binçavkirin 10 kes hatin girtin.

12 kesên ku di 20ê Çileyê de li navçeya Bismilê ya Amedê bi îdiaya "endamtîya rêxistina terorê" hatibûn binçavkirin, piştê îfadeyên wan ên navenda polêsan, sewqî Edlîyeyê hatin kirin. Piştê îfadeya dozger Habîp Sînbagê ku anîn edlîyeyê serbest hat berdan. Her wiha Dîlan Dogan a ku bi daxwaza girtinê sewqî Edlîyeya Cezaya Sulhê ya Bismilê hatibû kirin jî bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan. Îmam Aras, Fatma Aras, Ozan Oral, Hasan Koç, Rozerîn Bakir, Berat Yavûz, Metîn Çelîk, Mahsûn Erkek, Îbrahîm Yaprak û Vezîr Patirti jî 10 kes bi îdiaya "endamtîya rêxistina terorê" hatin girtin û şandin girtîgehê. Her wiha derbarê dozê de biryara nepenîyê berdewam dike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.