NÛÇEYÊN KURDÎ

LI ÎTALYAYÊ LEHÎ! 13 MIRÎ, OHAL Û BI MILYONAN EURO XISAR ÇÊBÛ

Li bakurê Îtalyayê, ji ber barana guj lehî rabû, herî kêm 13 kes mirin.

LI ÎTALYAYÊ LEHÎ! 13 MIRÎ, OHAL Û BI MILYONAN EURO XISAR ÇÊBÛ

Li bakurê Îtalyayê, ji ber barana guj lehî rabû, herî kêm 13 kes mirin.

Di dîmenên lî herêmê hatîne qeyd kirin de, tê dîtin ku kolan di bin avê de man e û welatîyên ku xwe li qatên jor û banê avahîyan girtin e ji alîyê tîmên agirtefê ve tên rizgarkirin.

Hat dîyarkirin ku wê hukûmet bi wezîran re civînekê li dar bixe û rewşa awarte ya li herêmê gotûbêj bike.

Di qonaxa yekem de 30 mîlyon euro piştgirî hat dayîn û ji bo kesên li herêm dayîna bac û kredîyê hat taloq kirin.

Li herêma Emîlîa-Romagnayê di serê mehê de baraneke guj barîyabû û li herêmê ji bo salekê rewşa awarte hatibû ragihandin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.