NÛÇEYÊN KURDÎ

142 WELATÎYÊN TIRKÎYEYÊ JI GAZEYÊ GÎHÎŞTIN STENBOLÊ

142 welatîyên Tirkîyeyê û xizmên wan ên ku ji ber êrîşên Îsraîlê ji Gazeyê hatibûn tehlîyekirin gihîştin Stenbolê.

142 WELATÎYÊN TIRKÎYEYÊ JI GAZEYÊ GÎHÎŞTIN STENBOLÊ

142 welatîyên Tirkîyeyê û xizmên wan ên ku ji ber êrîşên Îsraîlê ji Gazeyê hatibûn tehlîyekirin gihîştin Stenbolê.

Balafira Rêhewayên Tirkîyeyê ya ku ji Balafirgeha Qahîreyê rabû û welatîyên Tirkîyeyê yên ji Derîyê Sînor ê Refahê derbasê Misrê bûn gîhîşt Balafirgeha Stenbolê. Welatî li balafirgehê ji alîyê nûnerên Wezareta Karên Derve û rayedarên AFAD'ê ve hatin pêşwazîkirin.

Piştê kontrolkirina pasaportan hin welatî bi siwareyên ku hatibûn terxankirin ji balafirgehê derketin, yên ku diçûn bajarên din jî li otêlên ku AFAD dîyar kiribûn hatin bicîhkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.