GÜNDEM

19 MALBATÊN KU BEREQEYÊN WAN WÊ BÊ HILWEŞANDIN, NEÇARIN

Li Amedê maweya hilweşandina bereqeyên ku 19 malbat lê dijîn duh bi dawî bû û serlêdanên malbatan ên ji bo rayedaran jî nehat bersivandin.

19 MALBATÊN KU BEREQEYÊN WAN WÊ BÊ HILWEŞANDIN, NEÇARIN

Li Taxa Koşklerê ya derdora Hala Kevin ya navçeya Yenîşehîra Amedê maweya valakirina bereqeyên ku 19 mal lê dijîn duh bi dawî bû.

Ekîbên Zabiteya Şaredarîya Yenîşehîrê ku di meha îlonê da çûn herêma ku girêdayê Midûrîyeta Tenduristîyê ye, kesên qu bereqeyan de dijîn hişyar kirin ku ji bereqeyan derkevin.

Piştê hişyarîyê, malbatên li bereqeyê dijîn bi daxwaznameyan serî li Walîtiya Amedê, Şaredarîya Yenîşehîrê û Midûrîyeta Tenduristîyê ya Bajar dan.

Lê heta niha tu bersiv nedane serlêdanê. Malbatên ku di bereqeyan de dijîn dîyar kirin ku zivistan li pêş e û ji ber ku piştê erdhêjê kêmasîya xanîyan heye, ji biryareke bi vî rengî fêhm nakin û wiha gotin, “Bi vê yekê dewlet me raste rast davêje kûçê.

Cîhê ku em herin tune ye. Li hemberê bereqeyan xanîyek ku zirareke mezin dîtiye û li kêleka wê jî lojmanên ku 35 sal berê hatine hilweşandin hene. Ew erdek bi qasê 6 donim e. Em fêm nakin ku çima dixwazin ev der bê valakirin, ku ev qas cîh heye. Em dixwazin dewleta me alîkarîya me bike. Ne cîhê me yê ku em biçin û ne jî pereyê me têra kirê heye.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.