NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BO CEJNA REMAZANÊ GIŞTÎNAMEYA TRAFÎKÊ JI 81 PARÊZGEHAN RE HAT ŞANDIN

Wezareta Karên Navxweyî di derbarê Cejna Remezanê ya sala 2022an de ji walîtîyên 81 parêzgehan ra giştînameyên trafîkê şand.

JI BO CEJNA REMAZANÊ GIŞTÎNAMEYA TRAFÎKÊ JI 81 PARÊZGEHAN RE HAT ŞANDIN

Wezareta Karên Navxweyî di derbarê Cejna Remezanê ya sala 2022an de ji walîtîyên 81 parêzgehan ra giştînameyên trafîkê şand. Li gor giştînamayê wê di cejna Remezanê de li ser rêyan tedbîrên tund ên ewlehîyê bên girtin. Berîya cejnê û piştê cejnê bi giştî 208 hezar û 900 personelên polîs û cendirmeyan wê bixebitin. Tedbîrên ku wê di Cejna Remezanê de bên girtin wê di 29’ê Nîsanê de berîya cejnê dest pê bikin û heta 9’ê Gulanê bidomin. Di çarçoveya tedbîrên cejnê de ekîbên trafîkê yên polîs û cendirmeyan wê bi hev ra kontrol bikin. Li qadên berpirsiyarîya trafîkê ya Cendermeyan, li ser rêyên ku trafîka wesayîtan û qeza lê zêde dibin, bi ekîbên mixalif ve kontrol wê bên zêdekirin, binpêkirinên qaîdeyan kêm bikin û bi vî awayî pêşî li qezayên kujer bên girtin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.